Bahçelî: Hevdîtina şanda DEM Partiyê bi Abdullah Ocalan re erênî ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî ragihand, ew hevdîtina şandeke DEM Partiyê bi Abdullah Ocalan re erênî û sûdmend dibînin.
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî ku di heman demê de hevbeşê desthilatê ye, li Parlamentoya Tirkiyê ji rojnamevanan re got, ew dixwazin şanda DEM Partiyê li zîndana Îmraliyê bi Abdullah Ocalan hevdîtinê bike.
Da zanîn jî, berî sala 2025an hevdîtineke wiha dê sûdmend be û bibe destpêkeke baş. Herwiha Bahçelî got, ewê ji hevdîtinê dilxweş bibin û hêvîxwaz in ji hemû welatiyên Tirkiyeyê re başiyê bîne.
Ajansa nûçeyan “ANKA” îdîa kiribû, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan hevdîtina şanda DEM Partiyê bi Abdullah Ocalan erê kiriye û di heyama deh rojan de, ev hevdîtin dê were kirin.
Li gorî medyaya Tirkiyeyê, Cîgirê Serokê Parlamentoyê Sirrî Sureyya Onder û Parlamentera Dem Partî Pervîn Buldan dê serdana Ocalan bikin.