Helbesta Serokwezîr Mesrûr a li ser Kerkûkê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja 19.12.2024an li ser tora civakî ya “X” helbesteke xwe li ser Kerkûkê parve kir û nivîsî, “Min ev helbest berî gelek salan wekî bersiv û derdedilekî Kerkûkê nivîsîbû, lê min çi deman parve nekir heta niha.”

Piştî parvekirina helbestê ji aliyê Serowezîr Mesrûr Barzanî, nivîskar Qendîl Şeyxbizînî ew helbest ji zaraveyê Soranî kir Kurmancî û ji K24ê re şand:

Derdedilê Kerkûkê  

 

Ji min re dibêjin Qudsa Kurdan e

Kengê ev rewa û wîjdan e

 

Çima Quds ji min pîroztir be

Navê wê ji min ezîztir be 

 

Dîroka min tijî serwerî ye 

Xebat li dijî  dagirkerî ye

 

Ez im bajarê Enfal û qurbanî  

Ez im dagirkirî û zîndanî  

 

Xewnên min deranîn

Hawirde li cî danîn

 

Çima dîroka min ji bîr dikin

Nav û nîşana min lêl dikin

 

Çima navê min kêm dibînin

bi cîyên din dişibhînin

 

Bajarê bi hev re jiyanê me

Pêşmerge ye parêzvanê me 

 

Fermûdeya Barzaniyê ciwan e

Kerkûk dilê Kurdistan e