Elî Xamineyî: Îranê çi hêzeke biwekalet nîne
"Eger Îran bixwaze her pêngavekê biavêje, pêdivîtiya wê bi hêzên biwekalet nîne"

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêberê Komara Îslamî ya Îranê radigehîne, “Me çi hêzên biwekalet nînin. Eger em bixwazin her pêngavekê biavêjin, pêdivîtiya me bi hêzên biwekalet nîne.”
Ajansa Tesnîmê ya Nûçeyan îro (Yekşem, 22.12.2024) parve kiriye ku Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî ragehandiye, “Me çi hêzên biwekalet nînin. Eger em bixwazin her pêngavekê biavêjin, pêdivîtiya me bi hêzên biwekalet nîne.”
Elî Xamineyî amaje jî da, “Ên ku dibêjin Îranê wekîlên xwe li deverê ji dest dane şaş in, ji ber ku Îranê çi hêzeke biwekalet nîne.” Di derheqa Sûriyeyê de jî got, “Em pêşbîniya çêbûna komeke bihêz û şerefmend li Sûriyeyê dikin.”
Navbirî ron jî kir, “Yemen şer dike ji ber ku bawerî heye, Hizbulah şer dike ji ber ku hêza baweriya wê wê ber bi meydanan dibe û herwesa Hemas û Cîhada Îslamî jî şer dikin ji ber ku bîr û bawerên wan wan neçar dikin. Ew wekî wekîlên me serederiyê nakin. Eger rojekê em bixwazin pêngavekê biavêjin, pêdivîtiya me bi wekîlan nîne.”
Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê eşkere jî kir, “Li Sûriyeyê zanîngeh, dibistan û mal û jiyana welatiyan ne aram e. Jiyana wan tev ne aram e, çi bikin? Divê bi hêz û îrade li dijî wan kesan raweste ên ku ev plan daniye û yên ku bi cih aniye jî.”
Elî Xamineyî herwesa got, “Bernameya Amerîkayê ji bo kontirolkirina welatan yek ji du tiştan e; an stemkarî an jî belavkirina têkdanê û nerehetiyê ye, lewma wê li Sûriyeyê ew gêleşok çê kir, ku wesa difirkirin bi ser keftine.”