Nêçîrvan Barzanî û Brekelmans tekezê li ser vegerandina Êzidiyan bo deverên wan dikin

Nêçîrvan Barzanî û Ruben Brekelmans
Nêçîrvan Barzanî û Ruben Brekelmans

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokatiya Herêma Kurdistanê îro (Duşem, 23.12.2024) di ragehandinekê de amaje da, “Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Wezîrê Bergiriyê yê Holandayê Ruben Brekelmans û şanda pê re kir.”

Di wê civînê de ku Cîgirê Serokî Şêx Cehfer Şêx Mistefa, Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl û hejmareke berpirsên her du aliyan jî tê de amamde bûbûn, danûstandin li ser peywendiyên Holandayê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re di warên bergirî û rahênanên serbazî de hatin kirin.

Her du aliyan tekez li ser pêşxistina hemî warên peywendiyan û giringiya berdewam a hevahengiya navbera hêzên Pêşmergeyan û artêşa Îraqê û hêzên Holandayê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya Berhingarbûna Terorê de kir.

Her di wê civînê de, behsa rewşa siyasî û ewlehî ya Îraq û deverê û rolê Herêma Kurdistanê di mukomkirina seqamgiriyê de hat kirin, û herwesa tekez li ser bizavên çaksazî û hevgirtina Pêşmergeyan di çarçoveya Wezareta Karûbarên Pêşmerge de hat kirin.

Nêçîrvan Barzanî spasiya Holandayê kir, ji ber piştgiriya wê ya berdewam ji bo hêzên Pêşmergeyan di rûbirûbûna rêkxistina DAIŞê de, û herwesa pesna rolê hêzên Holandayê di rahênan û bihêzkirina şiyanên Pêşmergeyan de jî kir.

Wezîrê Bergiriyê yê Holandayê jî tekez li ser pabendiya welatê xwe bi piştgiriya ewlehî û seqamgiriya Herêma Kurdistanê û Îraqê bi giştî kir, herwesa amaje da wê yekê jî ku Herêma Kurdistanê hevpareke serekî ya bizavên berhingarbûna terorê û dabînkirina ewlehiya deverê ye.

Her du alî li ser pêdivîtiya berdewamiya karê hevpar hevnerîn bûn, herwesa li ser rewşa Êzidiyan û vegeriyana wan ji bo deverên wan, dawî pêşhatên rewşa deverê û xasma jî guhertinên Sûriyeyê û encamên wê û çend pirsên din yên ji bo her du aliyan giring dîtin û nerên xwe li hev guhertin.

 
 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment