Şanda Dem Partiyê serdana Ocalan dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Rojnameyeke nêzî deshilata AK Partiyê diyar kir, îro yan sibe şanda Dem Partî dê serdana Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bike. 

Rojnameya “Sabah” ya Tirkiyeyê ku nêzî deshilatê ye, îro 26ê Berçile diyar, daxwaza Dem Partî ya ji bo hevdîtina bi Ocalan hatiye pejirandin. 

Li gor heman jêderê, şanda Dem Partî ji Cîgirê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Sirri Sureyya Onder û parlamentera Dem Partî ya Wanê Perwîn Buldan pêk tê.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç berî çend rojan di daxuyaniyekê de ragihandibû, dibe hevdîtina Dem Partî û Ocalan piştî pejirandina nîqaşên li ser budceya 2025 pêk bê.

Birazayê Abdulla Ocalan û Parlameterê Dem Partiyê Omer Ocalan piştî tecrîda 43 mehan, karîbûn roja 23ê Cotmehê bi Abdulla Ocalan hevdîtinek pêk anîbû. 

Piştî wê hevdîtinê, Parêzerên Abdulla Ocalan dan xuyakirin, Rêveberiya Girtîgeha Îmraliyê, sê mehên din sizaya qedexeya hevdîtina bi malbatê re daye Abdulla Ocalan.