Wezîrên Navxwe yên Îraq û Tirkiyeyê li Enqereyê danûstandinan li ser çar pirsan dikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrên Navxwe yên Îraq û Tirkiyeyê li Enqereyê danûstandinan li ser ewlehiya sinoran, rûbirûbûna terorê û çend pirsên din dikin.
Wezîrê Navxwe yê Îraqê Ebdilemîr Şemerî îro (Pêncşem, 26.12.2024) li Enqereyê bi Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Ali Yerlikaya re civiya.
Li dû ragehandina wê civînê, her du aliyan behsa gefan û pirsa sinoran kir, herwesa danûstandin li ser rûbirûbûna madeyên hişber û lihevguhertina tawanbaran di navbera Tirkiye û Îraqê de kirin.
Wezîrên Navxwe yên Tirkiye û Îraqê pabendiya xwe ji bo rûbirûbûna terora herêmî û deverî tekez kir.