Artêşa Israîlê bi haydariya Amerîkayê êrîşeke asmanî kir ser Yemenê

Balafirxaneya Navdewletî ya Senayê
Balafirxaneya Navdewletî ya Senayê

Navenda Nûçeyan (K24) - Hûsî amajeyê didin ku, Israîlê êrîşeke asmanî ya berfireh kiriye ser Balafirxaneya Senayê. Herwesa Serokê Bizava Ensarulahê dibêje, “Israîl itîrafê dike ku nikare rûbirûyî Hûsiyan bibe.”

Bizava Ensarulahê ya Yemenê ku wekî Hûsî tê naskirin îro (Pêncşem, 26.12.2024) ragehand ku, Israîlê şeş êrîşên asmanî kirine ser Bingeha Asmanî ya Dêlmiyê û Balafirxaneya Navdewltî ya Senayê.

Hin çavkaniyan ji Bizava Hûsiyan gotiye ku, êrîşên Israîlê bi pêşkêşkirina gotareke tilevizyonî ji aliyê Serokê Bizava Ensarulahê Ebdilmelik Hûsî re hevdem bûn.

Ebdilmelik Hûsî di gotara xwe de gotiye, Israîl itîrafê dike ku nikare serederiyê bi qebxwaziyên Hûsiyan re bike. Tekez jî kiriye, êrîşên wan li dijî Israîlê berdewam û bibandor in û qet ranawestin.

Hin çavkaniyan ji Israîlê jî ji aliyê xwe ve ragehandiye, êrîşa wan a li ser Balafirxaneya Senayê wesa kiriye ku ew balafirxane ji kar bikeve.

Herwesa medyaya Israîlê amaje daye wê yekê jî ku, Televîvê li ser êrîşên xwe yên li ser Yemenê Amerîka haydar kiriye.

Medyaya Israîlê ron jî kiriye, bi dehan balafirên Israîlî tevlî wan êrîşên asmanî bûne ku heft êrîş li ser Senayê û sê êrîş jî li ser Hudeydeyê bûne û êrîşek jî li ser çend westgehên petrol û enerjiyê bûye.