Li Israîlê ji ber moşkeke Hûsiyan 18 kes birîndar bûn
Navenda Nûçeyan (K24) - Artêşa Israîlê serê sibeha îro (În, 27.12.2024) ragehand ku, Hûsiyan moşekeke balistî bi arasteya Televîvê avêtiye lê wan pûç kiriye.
Tendirustiya Israîlê jî ji aliyê xwe ve parve kiriye, “Di dema wê êrîşa moşekî de, 18 kes birîndar bûn.”
Ji aliyekî din ve jî Rojnameya Yedioth Ahronothê ya Israîlî jî ragehand, “Ji ber wê êrîşa moşekî, geştên Balafirxaneya Bin Goriyonê bi lez hatine rawestandin.”
Herwesa Bereyê Navxwe yê Israîlê jî got, “Piştî avêtina moşeka Hûsiyan, li bi dehan deverên naverasta Israîlê zenga haydarkirinê hatiye lêdan.”
Artêşa Israîlê duhî (Pêncşem, 26.12.2024) êrîş kir ser Balafirxaneya Navdewltî ya Senayê û Benderê Hudeydeyê yê Yemenê.
Hûsiyên Yemenê jî ji aliyê xwe ve di beyannameyekê de ragehand ku, moşekek arasteyî Televîva paytexta Israîlê kiriye û di encamê de hejmareke welatiyan birîndar bûne. Herwesa ragehand, “Em dê li ser êrîşên xwe bo ser Israîlê berdewam bin.