Şanda Dem Partiyê ji bo hevdîtina bi Ocalan re çû Îmraliyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Dem Partiyê ji bo hevdîtinan bi Abdullah Ocalan re, serdana girtîgeha Îmraliyê kir.
Peyamnêrê K24ê li Stenbolê da zanîn, Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partiyê) îro 28ê Berçile çû Girtîgeha Îmraliyê û bi Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî.
Li gor peyamnêrê K24ê, Cîgirê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Sirri Sureyya Onder û parlamenterê DEM Partiyê Parvîn Buldan, serdana girtîgeha Îmraliyê kirin.
Ev serdan piştî wê tê, Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê roja 27ê Berçile daxwaza Dem Partiyê ya ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re qebûl kiribû.
Birazayê Abdulla Ocalan û Parlameterê Dem Partiyê Omer Ocalan piştî tecrîda 43 mehan, karîbûn roja 23ê Cotmehê bi Abdulla Ocalan hevdîtinek pêk anîbû.
Piştî wê hevdîtinê, Parêzerên Abdulla Ocalan dan xuyakirin, Rêveberiya Girtîgeha Îmraliyê, sê mehên din sizaya qedexeya hevdîtina bi malbatê re daye Abdulla Ocalan.