Ocalan: Ez amade me piştgiriyê bidim banga Erdogan û Bahçelî

Navenda Nûçeyan (K24) – Şanda Dem Partiyê ya ku serdana Girtîgeha Îmraliyê kiribû û hevdîtin bi Rêveberê PKKê Abdullah Ocalan kiribû, naveroka hevdîtinê di daxuyaniyekê de aşkere kirin.
Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partiyê) ya ji Cîgirê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Sirri Sureyya Onder û parlamenterê DEM Partiyê Parvîn Buldan pêk hatibû, duhî 28ê Berçile çûbû Girtîgeha Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî.
Endamên şandeyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan îro 29ê Berçile daxuyaniyek ji çapemenî û raya giştî re belav kir û tê de diyar kirin:
“Me di 28’ê Kanûna 2024’an de li Îmraliyê bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtineke berfireh pêk anî. Tenduristiya wî baş bû û moralê wî pir bilind bû. Nirxên wî yên ji bo dîtina çareseriyeke mayînde ji bo Pirsgirêka Kurd girîngiyeke jiyanî bû.
Di hevdîtinê de ku geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê hatin nirxandin, birêz Ocalan ji bo senaryoyên siberoja tarî yên hatine ferzkirin, çareseriyên erênî pêşkêş kirin.
Çarçoveya giştî ya raman û nêzîkatiya wî wiha ye:
- Ji nû ve xurtkirina biratiya Tirk-Kurd ne tenê berpirsyariyeke dîrokî ye, ji bo hemû gelan jî bûye xwedî girîngî û lezgîniyeke çarenûsî.
- Ji bo serketina pêvajoyê, pêwîst e hemû derdorên siyasî yên li Tirkiyeyê bêyî ku bi hesabên teng û demkî bên girtin, însiyatîf, avaker tevbigerin û tevkariyên erênî bikin. Yek ji zemîna herî girîng a van tevkariyan jî bêguman wê Meclîsa Tirk be.
- Bûyerên li Xezze û Sûriyeyê nîşan da ku çareseriya vê pirsgirêka ku bi destwerdanên derve dihat xwestin gangrenîze bibe, êdî neçar maye. Alîkarî û pêşniyarên opozîsyonê jî ji bo bidestxistina serketinê di karekî rasterast bi giraniya vê mijarê re hêja ne.
- Ez xwedî wê ezmûn û biryarê me ku piştevanî bidim paradîgmaya nû ya Birêz Bahçelî û birêz Erdogan
- Şande dê vê nêzîkatiyê hem bi dewletê hem jî bi derdorên siyasî re parve bike. Di ronahiya van de ez amade me ku pêngava erênî ya pêwîst bavêjim û bangawaziyê bikim.
- Ev hemû hewldan dê welat bigihîne asta ku heq dike û ji bo veguhertina demokratîk jî dê bibe rêberek pir hêja.
- Ji bo Tirkiye û herêmê serdema aştî, demokrasî û biratiyê ye.”