Hatimogullari: Nirxandinên Ocalan bangeke dîrokî ye dikare qedera Tirkiye û herêmê biguherîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevseroka Dem Partiyê Tulay Hatimogullari li ser nêrînên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan dibêje, “Nirxandinên Birêz Abdullah Ocalan ên ji Îmraliyê, bangeke dîrokî ye ku dikare qedera Tirkiye û herêmê biguherîne. ”  

Hevseroka Dem Partiyê Tulay Hatimogullari îro 29ê Berçile li hejmara xwe tora civakî “X” belav kir, “Nirxandinên Birêz Abdullah Ocalan ên ji Îmraliyê, bangeke dîrokî ye ku dikare qedera Tirkiye û herêmê biguherîne. Xurtkirina tifaqa Tirk-Kurd û destpêkirina pêvajoyeke aştiya demokratîk, êdî bûye berpirsyariyek ku vegerandin jê nîne.”

Hatimogullari dibêje, “Di vê dema krîtîk a ku em tê re derbas dibin de, pêwîst e hemû derdorên siyasî ji bo çareseriyê, gavên avaker û wêrek bavêjin. Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) bingeha herî girîng a vê pêvajoyê ye.”

Amaje bi wê jî kir, “Rêya aştî, demokrasî û biratiyê; Em gavên wêrek ên ku bi hev re bên avêtin re derbas dibin. Di vê xalê de, divê ti gumana ti kesî nebe ku emê weke DEM Partiyê hemû erkên xwe bicih bînin û pêşniyarên çareseriyê yên erênî berfireh bikin.”

Hevseroka Dem Partiyê tekezî li ser wê yekê kir, “Em li ber firsendeke dîrokî ne, em dikarin bi hev re pêşerojê ronî bikin.”

Ev daxuyanî piştî wê tê, şanda DEM Partiyê ya ji Cîgirê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Sirri Sureyya Onder û parlamenterê DEM Partiyê Parvîn Buldan pêk hatibû, duhî 28ê Berçile çûbû Girtîgeha Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû, îro jî bi daxuyaniyekê naveroka hevdîtinê aşkere kiribûn.