KCK pabendbûna xwe bi peyama Abdullah Ocalan radigihîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistan (KCK) da zanîn, baweriya wan heye di sala nû de Abdulla Ocalan were azad bibe, pirsgirêka Kurd çareser bibe, Tirkiye û herêm demokratîk bibe, li herêmê û hemû cîhanê aştî û aramî çêbibe.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê îro 31ê Berçile daxuyanek belav kir û tê destnîşan kir, “dewleta Tirkiyey şert û mercên Şerê Cîhanê yê 3’yemîn weke yedek bi kar anî û ji bo tasfiyekirina Têkoşîna Azadiya Kurdistanê, ti tişt nema ku pêk neanî, tecrîda li ser Abdullah Ocalan domandiye, çekên kîmawî li dijî gerîla bikar anîne.”

Herwiha got: “Bi tayînkirina qeyûm a li gelek şaredariyên bi hilbijartinê hatine ser kar, nîşan da ku bêtehemûliyeke mezin li hemberî mafê jiyanê yê gelê Kurd heye.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê di beşeke din a daxuyaniya xwe de da zanîn, nêrînên Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêkan, bi 7 madeyan anî ziman, dê di sala nû de bibe rênîşana wan a têkoşînê.

Herwiha  bang li hemû dostên xwe, beşên siyasî û rêxistinên demokratîk ên alîgirê çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê kir jî, ku li ser vê bingehê têbikoşin. 

Di daxuyaniyê de hat gotin, ew di wê baweriyê de ne ku di sala nû dê Abdullah Ocalan azad bibe, pirsgirêka Kurd çareser bibe, Tirkiye û herêm demokratîk bibe û aştî û aramî li herêma me û tevahiya cîhanê serwer bibe.”