Serokwezîr di sala 2024an de herî zêde biryar di berjewendiya welatiyan de dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Di sala 2024ê de, tevî ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî hejmareke mezin ji projeyên xizmetguzariyê vekirin, çendîn biryarên dilxweşker jî di berjewendiya welatiyan de da.

Biryarên Serokwezîr Mesrûr Barzanî yên di sala 2024an de:

- Di 19ê Cotmehê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê razemendî li ser daîmîkirina karmendên bi peyman da.

- Roja 25ê Tebaxê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya hejmarek ji nûnerên mamostayên wanebêj ên Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) kir û piştî guhkirina li daxwazên wan, biryar da li ser dahata navxwe ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, hemû mamostayên ku hejmara wan nêzîkî 38 hezar mamostayan bû, bibin bi girêbest.

- Di heman mehê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê biryar da ku mamostayên Wezareta Xwendina Bilind û dibistanên Îslamî bi girêbest bên girtin.

- Di 17ê Cotmehê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî razemendî li ser kêmkirina risûmatên dosyeyên binavkirina mal û milkan da, ku ji %3 bo %1 were kêmkirin. Ev jî ji bo kêmkirina barê welatiyan û hêsankirina navkirina milkên wan e.

- Roja 15ê Cotmehê Wezareta Navxwe li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, qezakirina nahiya Behrkayê ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê ragihand.

- Li ser pêşniyara Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Wezareta Darayî û Aborî rênmayek ji bo rawestandina bacên li ser xwaringeh, hotêl, nexweşxaneyên taybet, sempnxane û nanpêjxaneyan derxist.

- Wezîrê Şaredarî û Geştûguzariyê Sasan Ewnî roja 28ê Tîrmehê ragihand, "Serokwezîr Mesrûr Barzanî ferman daye me ku em karên pêwîst bikin, bi dayîna erd ji bo karmend û xanenişînên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku xwediyê kartên zanyariyarî yên li deverên madeya 140 ya destûrê û derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ne.

- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja 21ê Tîrmehê fermana avakirina 24 dibistan û nexweşxaneyeke mezin a şewatê li navenda Hewlêrê û derdora wê da.

- Di 9ê Tîrmehê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî vekirina koleja pijîşkî li zanîngeha Helebceyê pesend kir, bi 1 milyar û 512 milyon û 498 hezar dînar, li ser bûdceya Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî.

- Encûmena Wezîran di civîna xwe ya asayî ya roja 27ê Adarê de, ligel çend biryarên girîng, biryara lêxweşbûna bi rêjeya %20 ji kirêya berhevkirî ya aboneyên elektrîkê da.

Çend biryarên din ketin warê cibicîkirinê:

1. Terxankirina zevî li ser fermanbarên ne sûdmend

2- Daşkandina %20 li ser fatûreyên elektirîk, av û veguhestinê

3- Daşkandina %50 li ser risûmatên anîna goşt

4- Daşkandina %20% li ser risûmatên xwendina paralel

5- Daşkandina %20 li ser kirêya şaredariyê

6. Lêxweşbûn li ser cezayên derengmayîna baca bazirganan

7. Lêxweşbûn li ser cezayên ku ji bo derengmayîna beşdariya di sîgorta civakî de

Roja 17ê Adarê bi biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî, li parêzgeha Helebceyê dest bi danîna plaqeyan otomobîlên taybet hat kirin û zêdetirî 700 kesî daxwaz plaqeyên otomobîlên xwe kirin.

Di çarçoveya giringîpêdana Kabîneya Nehem bi malbatên şehîndan, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî razemendî nîşan da li ser lêxweşbûn li malbatên şehîdên şerê DAIŞê, ji hemû deynên çandiniyê.