Avahiyê Wezareta Bergiriyê ya Yemenê hat bombebarankirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Avahiyê Wezareta Bergiriyê ya Yemenê û çend cihên din li Senaya Paytexta Yemenê hatin bombebarankirin.
Medyayên Yemenê parve kiriye, “Hejmareke balafirên Amerîkayî û Brîtanyayî îro (Sêşem, 31.12.2024) avahiyê Wezareta Bergiriyê ya Yemenê û çend cihên din li Senaya Paytexta Yemenê bombebaran kirin.”
Medyayên Israîlê jî dibêjin, “Hêza asmanî ya Israîlê tevlî wan êrîşên asmanî nebûye.”
Heta niha armanc û zirarên êrîşên asmanî yên li ser Senayê nehatine eşkerekirin.
Ev di demekê de ye ku di heyama borî de berpirsên Israîlê ragehandibû ku, çi bi serê Hizbulaha Libnanî û Hemasê aniye, dê wê bi serê Hûsiyên Yemenê jî bînin.