Şam: Em dixwazin rûpeleke nû bi Erebistana Siûdiyê re vekin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê dibêje, ew dixwazin rûpeleke nû bi Erebistana Siûdiyê re vekin.
Wezîrê Derve yê Sûriyê Es’ed Şîbanî piştî gihîştina Erebistana Siûdiyê ji hejmara xwe tora civakî “X” da zanîn, ew ligel Wezîrê Berevaniyê û Serokê Dezgeha Îstixbaratê li Erebistana Siûdî ne.
Şîbanî got: “Em hêvîdar in ku rûpleke nû di peywendiyên Riyad û Şamê de vekin, bi awayekî di xizmeta berjewendiyên gelên her du welatan de be.”
Wezîrê Derve yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Es’ed Şîbanî wek yekem serdana xwe ya fermî bo derve, şeva borî giheşte Siûdiyê û ji aliyê Cîgirê Wezîrê Derve Welîd Bin Ebdulkerîm El-Xirêcî ve hat pêşwazîkirin.
Piştî ketina rêjîma Beşar Esed di 08.12.2024an de ji aliyê Heyet Tehrîr El-Şamê (HTŞ) çend aliyên opozîsyonê ve, Fermandarê Giştî yê HTŞê hikûmeteke nû destnîşan kir. Gelek welatên Erebî û cîhanê jî piştevaniya xwe ji hikûmeta nû re diyar kirin.