Şandeya Îmraliyê serdana Devlet Bahçelî û Nûman Kurtulmuş dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke DEM Partiyê, îro hevdîtinê bi Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî û Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Nûman Kurtulmuş re dike.
Dem Partiyê ragihand, Şandeya wan a ji Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder û Ahmet Turk pêk tê, îro 2ê Çile bi awayekî cuda hevdîtinê bi Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî û Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Nûman Kurtulmuş re dike.
Hat zanîn ku dê di serdanan de, nêrîn û pêşniyarên aliyan bên nivîsandin û piştî serdan bidawî bibin, şande dê daxuyaniyeke berfireh parve bike.
Ev serdana piştî wê tê, şandeke Partiya Dem Partiyê ku ji Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan pêk dihat, roja 28’ê meha borî li Girtîgeha Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû.
Hat gotin jî, Şandeya ku ji Pervîn Buldan, Onder û Turk pêk tê, piştî temamkirina serdanên xwe yên bi partiyên siyasî re, dê biçin serdana rêxistinên civaka sivîl, sendîka, rêxistinên ked û pîşeyî û derdorên civakî.