Rojnamevanekî Tirkiyeyê: Ocalan piştî Newrozê daxwaza çekdanana PKKê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Rojnamevanekî diyar ê Tirkiyeyê amajeyê dide ku, şanda Dem Partiyê dîsa diçe Îmraliyê û paşî serdana HSDê jî dike, piştî Newrozê jî Ocalan daxawaza çekdanana PKKê dike.
Rojnamevanê diyar ê Tirkiyeyê Fikret Bila li ser mezintirîn tilevizyona girêdayî opozisyona Tirkiyeyê ragehand, “Li van nêzîkan şanda Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) careke din serdana Îmraliyê dike û paşî diçe Sûriyeyê û bi berpirsên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re dicive.”
Fikret Bila ji zarê Perlemanterê AK Partiyê Galip Ensarioglu eşkere kir ku, gaziya çekdanana PKKê dê piştî Newroza bê (21ê Adara 2025ê) be.
Ev daxuyaniya Bila di demekê de ye ku, Şanda Dem Partiyê duhî (Pêncşem, 02.01.2024) bi Serokê Perlemana Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş û Serokê Partiya Tevgera Neteweyî (MHP) Devlet Bahçeli re civiya û naveroka civîna xwe bi Ocalan re eşkere kir.
Şanda Dem Partiyê ji Cîgirê Serokê Perlemana Tirkiyeyê Sirî Sureya Onder, Perlemantera Dem Partiyê li Tirkiyeyê Perwîn Buldan û Siyasetmedarê Kurd ê Bakurê Kurdistanê Ehmet Turk pêk hatibû.
Ev şand pêştir jî li roja Şemiyê, 28.12.2024, li zindana Îmraliyê bi Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalan re civiya û gengeşe û danûstandin li ser piroseyeke din a aştiyê li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê kirin.
Ocalan di derheqa daxuyaniya pareke berpirsên Tirkiyeyê ji bo çarekirina pirsa Kurdan de ragehand, “Min şiyan û îrade hene, ji bo tevlîbûna erênî ya pêdivî di gaziya Erdogan û Bahçeli ji bo danûstandinan de.” Ron jî kir, “Serdem serdema aştî û demokrasî û biratiyê ye, ji bo Tirkiyeyê û deverê.”
Biryar e şanda Dem Partiyê li roja Duşema bê bi CHPê û çend partiyên din ên siyasî yên Tirkiyeyê re jî bicive, û paşî hûrgiliyên naveroka civîna xwe ji bo raya giştî eşkere bike.