Neteweyên Yekgirtî: 948 penaberên Sûriyeyî ji Herêma Kurdistanê vegeriyane welatê xwe

Navenda Nûçeyan (K24) - Neteweyên Yekgirtî radigehîne, “Ji piştî nemana Rijêma Esed, 948 penaberên Sûriyeyî ji Herêma Kurdistanê vegeriyane welatê xwe.”

Ajansa Karûbarên Penaberên Girêdayî Neteweyên Yekgirtî parve kiriye, “Ji piştî nemana Rijêma Esed li roja 08.12.2024ê, 948 penaberên Sûriyeyî ji Herêma Kurdistanê bi rêya Deriyê Pêşabûrê vegeriyane Sûriyeyê, ku ji wê hejmarê 105 kes wekî penaber ji aliyê Neteweyên Yekgirtî ve hatibûn tomarkirin.”

Ajansa Penaberên Girêyayî Neteweyên Yekgirtî amaje jî da, “Di sê heftiyên borî de nêzî 35 hezar penaberên Sûriyeyî, ku ji aliyê Neteweyên Yekgirtî ve wekî penaber hatibûn tomarkirin, ji welatên din bi dilxwazî vegeriyane Sûriyeyê.”

Hêzên opozisyona Sûriyeyê li roja Yekşemê, 08.12.2024, Şam kontirol kir. Ji hingê ve penaberên Sûriyeyî ji welatên cuda cuda vedigerin welatê xwe, herwesa kesatî û desteyên diplomasî yên cîhanê berê xwe didin Sûriyeyê û welat jî dîsa balyozxaneyên xwe li wê derê vedikin û geştên xwe yênn asmanî bi Sûriyeyê re asayî dikin.