Termên du çekdarên Tehrîr Şamê li sinorê navbera Îraq û Sûriyeyê hatin dîtin

Navenda Nûçeyan (K24) - Şeva borî termên du çekdarên Desteya Tehrîr Şamê li nêzî Ebû-Kemalê hatin dîtin, ku ew cih dikeve ser sinorê navbera Îraq û Sûriyeyê.

Çavkaniyên nûçeyan ên Îraqê îro (În, 03.01.2025) parve kiriye, “Şeva borî termên du çekdarên Desteya Tehrîr Şamê li derdora bajarê Ebû-Kemalê hatin dîtin, ku dikeve ser sinorê navbera Îraq û Sûriyeyê.”

Wan çavkaniyên nûçeyan amaje jî da wê yekê jî ku, ew her du çekdarên Desteya Tehrîr Şamê hatine sêdaredan û çi şûnwarên guleyan li ser laşên wan diyar nînin.

Ew dever di dema borî de di bin destê komên girêdayî Îran û Îraqê de bû, lê piştî nemana Rijêma Esed, ev cara yekê ye rûdaneke bi vî rengî çê dibe.

Hêzên opozisyona Sûriyeyê li serê sibeha roja Yekşemê, 08.12.2024, çûn nav bajarê Şamê, Rijêma Sûriyeyê ya bi serokatiya Beşar Esed herifand û desthilata bi dehan salan a wê binemalê bidawî anî.

Ji hingê ve penaberên Sûriyeyî ji welatên cuda cuda vedigerin welatê xwe, herwesa kesatî û desteyên diplomasî yên cîhanê berê xwe didin Sûriyeyê û welat jî dîsa balyozxaneyên xwe li wê derê vedikin û geştên xwe yên asmanî bi Sûriyeyê re asayî dikin.

 
Fly Erbil Advertisment