Xwenîşandanên Israîliyan dest pê kiriye
Xwenîşander daxwaza lihevkirina lihevguhertina zindaniyan û revandiyan dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Şanda Danûstandinan a Israîlê îro (În, 03.01.2025) ji bo tevlîbûna di gereke din a danûstandinên agirbestê de çûye Dewheya Qeterê. Li dû zanyaran, bizav hatine zêdekirin ji bo ku hejmareke revandiyan li beranberî azadkirina hejmareke êxisîrên Filistînî bên azadkirin.
Li dû çavkaniyên nûçeyan ên navxweyî yên Israîlê, tevî birêkeftina Şanda Danûstandinan a Israîlê, bi sedan kes ji xelkê Israîlê li çend bajaran rijiyan ser cadeyan û xasma jî li Televîvê. Xwenîşander bi kincên spî çûn beranberî avahiyê serokwezîrê welatê xwe û daxwaz jê kir ku, divê pêxemetî azadkirin û vegerandina tevaya revandiyan lihevkirin çê bibe.
Rabûna cadeyên bajarên serekî yên Israîlê piştî belavbûna ragehandina Nivîsîngeha Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu ji bo Dewheyê bû ku tê de hatiye, Şanda Danûstandinan a Israîlê bi navbeynkariya her yek ji Misir û Qeterê tevlî gengeşe û danûstandineke nerasterast bi Hemasê re dibe.
Li dû wan amarên ku eşkere bûne, zêdetirî 10 hezar û 300 Filistîniyan li zindanên Israîlê hene. Li beranberî wê yekê jî, 100 revandî li kertê Xezzeyê di destê çekdarên Hemasê de ne, lê bi gotina Bizava Hemasê bi dehan revandî ji ber êrîş û bombebaranên Israîlê hatine kuştin.
Çekdarên Tevgera Hemasê li roja 07.10.2023ê êrîşeke berfireh kir ser Israîlê, di wê êrîşê de zêdetirî yek hezar û 400 Israîliyan hatin kuştin û bi sedan kesên din jî birîndar bûn, herwesa 240 welatiyên Israîlî jî ji aliyê Hemasê ve hatin revandin.
Piştî êrîşa çekdarên Hemasê bo ser başûrê Israîlê li roja 07.10.2023ê, artêşa Israîlê êrîşeke wêranker bo ser kertê Xezzeyê dest pê kir. Li dû amarên fermî yên kertê Tendirustiyê yê Filistînê, heta niha li kertê Xezzeyê zêdetirî 43 hezar kesan hatine kuştin û zêdetirî 100 hezar kesên din jî hatine birîndarkirin.