Israîl û Hizbulah gefan li hev dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Bergiriyê yê Israîlê û Emîndarê Giştî yê Hizbulaha Libnanê hevdî bi pabendnebûna bingehên lihevkirina navbera xwe tometbar dikin, lewma jî pêşbînî tê kirin ku piştî agirbesta 60 rojî şerê navbera wan bi giranî dest pê bike.
Wezîrê Bergiriyê yê Israîlê Israel Katz îro (Yekşem, 05.01.2025) di daxuyaniyekê de haydarî da Hizbulahê û got, “Hizbulah pabendî şertên navbera me nîne. Eger ew li ser şkandina peymanên xwe berdewam be, em dê neçar bibin ku hêzê bilivînin.”
Israel Katz herwesa got, “Heta niha Hizbulahê xwe ji rûbarê Lîtanê yê başûrê Libnanê venekêşaye, ku ew pareke şertên wê lihevkirinê bû. Eger ew pabend nebin, hingê çi tişek bi navê lihevkirinê namîne û em dê neçar bibin ku hêzê ji bo vegerandina şêniyên bakurê Israîlê ji bo malên wan bi kar bînin.”
Navbirî amaje jî da, “Çekdarên Hizbulahê pabendî sozên xwe nebûn û kiryarên xwe yên çekdarî ranewestandine, lewma jî artêşa Israîlê rêyê bi çi gefên din li ser welatiyên Israîlê nade.”
Emîndarê Giştî yê Hizbulaha Libnanê Neîm Qasim jî ji aliyê xwe ve Israîlê wekî berpirsyara bicihneanîna lihevkirina agirbesta navbera xwe û wê dibîne û ragehand ku, mimkin e xweragirtina wan berî lihevkirina 60 rojî ya navbera wê û Israîlê bidawî bê û serkirdetiya Hizbulahê li ser dem û çawaniya bersivdana Israîlê biryarên nû bide.
İsraîl û Libnanê li roja 27.11.2024ê li ser agirbesteke 60 rojî lihev kir, ku yek ji şertên wan dûrkeftina çekdarên Hizbulaha Libnanê bi dûratiya 40 kîlometran ji sinorê Israîlê bû lê hêşta ew dûr nekeftine.