Hemas: Em amade ne wekî qonaxa yekê 34 revandiyan azad bikin

Hemas û Israîl nêzî lihevkirinê dibin

Xeze
Xeze

Navenda Nûçeyan (K24) - Tevgera Hemasê radigehîne ku, ew amade ye hejmareke revandiyan, ên ku Israîlê wekî lîst jê re şandine, azad bike.

Fermandarekî bilind ê Tevgera Hemasê duhî (Yekşem, 05.01.2025) ragehand ku, tevgera wî li ser azadkirina 34 revandiyên Israîlî razî bûye, wekî qonaxa yekê ji piroseya lihvguhertina zindanî û revandiyan. Amaje jî da ku, Hemas bi wê lîstê razî bûye ya ku Israîlê bi rêya navbeynkaran jê re şandiye.

Wî fermandarê bilind ê Hemasê ku nexwast navê wî bê eşkerekirin got, “Piroseya lihevguhertina zindanî û revandiyan wekî qonaxa yekê di çarçoveya lihevkirina agirbestê de ye û navbeynkar jî hatine haydarkirin ku bi azadkirina wê hejmara revandiyan razî ne.”

Li dû wan amarên ku eşkere bûne, zêdetirî hezar û 300 Filistîniyan li zindanên Israîlê hene. Li beranberî wê yekê jî, 100 revandiyên Israîlî li kertê Xezeyê di destê çekdarên Hemasê de ne. Lê bi gotina Tevgera Hemasê, bi dehan revandî ji ber êrîş û bombebaranên Israîlê hatine kuştin.

Piştî êrîşa çekdarên Hemasê bo ser Israîlê li roja 07.10.2023ê, şerekî dijwar di navbera Israîl û çekdarên Hemasê de çê bû. Li dû amaran, heta niha zêdetirî 154 hezar Filistîniyan li kertê Xezeyê hatine kuştin û birîndarkirin ku piraniya wan zarok û jin in, herwesa çarenivîsa zêdetirî 11 hezar kesan jî nediyar e.

 
Fly Erbil Advertisment