Ozgur Ozel: Ji bo pêngavên bê divê li parlamentoyê komîsyonek bê avakirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) piştevaniya xwe ji bo pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê nîşan da û daxwaz kir ku ji bo vê yekê li parlamentoyê komîsyonek bê avakirin.
Şanda DEM Partiyê ku ji Sirri Sureya Onder, Ahmet Turk û Parvin Buldan pêk tê, îro 7ê Çile serdana Partiya Komarî ya Gel (CHP) bike û bi Serokê wê partiyê Ozgur Ozel re civiya.
Derbarê naveroka civînê de Ozgur Ozel got: “Me pêşniyar û helwestên xwe yên di qonaxa pêş de ji şanda DEM Partiyê re ragihand. Di qonaxeke wiha de divê parlamento pêşengiyê bike û navenda vê pirsê parlamento be.”
Herwiha got: “Me berê jî ji bo her pêngavekê ku pirsgirêka 50 salî ya Tirkiyeyê çareser bike û hêstirên dayikan rawestîne, piştgiriya xwe nîşan daye.”
Serokê CHPê tekez kir, “Ji bo pêngavên bê, divê li parlamentoyê komîsyoneke bihêz bê avakirin û hemû aliyên siyasî tê de beşdar bibin.”
Ji aliyê xwe ve, Sirri Sureyya Onder got: “Derfeta me çêbû ku em civîneke pir berfireh pêk bînin. Me guh da pêşniyar, tevkarî û fikaran. Hemû jî ji hev biqîmettir in. Bi taybetî fikar û nerazîbûn ji piştgirîyê watetir in. Ev ne manoreke ji aliyê girûpeke teng ve ye, lê divê em bigihin rêkeftinekê ji ber ku ew beşê berfireh yê civakê eleqedar dike.”