Hakan Fîdan: Amerîka li Sûriyeyê rêkxistineke teroristî diparêze

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan dibêje, “80% ya behaneyên mana Amerîkayê li Sûriyeyê nemane û ew rêkxistineke teroristî li wê derê diparêze.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan îro (Sêşem, 07.01.2025) ragehand, “Amerîka li Sûriyeyê rêkxistineke teroristî diparêze.” Herwesa got, “Eger bersiva daxwaziyên me neyê dan, em dê operasyonan li dijî YPGê bikin.”

Hakan Fîdan amaje jî da ku, ew rêyê nadin ku çi dewletek Sûriyeyê kontirol bike. Herwesa got, “Rêkxistinên teroristî li ser Sûriye û Tirkiye û Îraqê metirsî ne.” Ew wesa jî dibîne ku îdareya nû ya Sûriyeyê danûstandinan bi rêkxistinên terorsitî re dike.

Hêzên opozisyona Sûriyeyê li serê sibeha roja Yekşemê, 08.12.2024, çûn nav bajarê Şamê, Rijêma Sûriyeyê ya bi serokatiya Beşar Esed herifand û desthilata bi dehan salan a wê binemalê bidawî anî.

Ji hingê ve penaberên Sûriyeyî ji welatên cuda cuda vedigerin welatê xwe, herwesa kesatî û desteyên diplomasî yên cîhanê berê xwe didin Sûriyeyê û welat jî dîsa balyozxaneyên xwe li wê derê vedikin û geştên xwe yên asmanî jî bi Sûriyeyê re asayî dikin.

Ji aliyekî din ve jî, dewlet û aliyên cîhanî gengeşe û danûstandinan li ser paşeroja Sûriyeyê dikin û bi awayekî berdewam şand ji welatên cuda cuda serdana Sûriyeyê dikin û şandên Sûriyeyê jî serdana welatan dikin. Herwesa civîn û danûstandin li welatên din jî li ser rewş û paşeroja Sûriyeyê tên kirin.