Fransa: Em li ser rakirina sizayên li ser Sûriyeyê difikirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Fransayê ragehand, “Em wan sizayan radikin ên ku, rêyê li gehandina alîkariyên mirovî û avakriina Sûriyeyê digirin.” Herwesa Almanyayê jî eynî daxwazê heye.

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot îro (Çarşem, 08.01.2025) ragehand, “Piştî nemana Rijêma Esed, em li ser rakirina sizayên li ser Sûriyeyê difikirin, lê ew sizayên li ser Rijêma Esed û dar û destên wî hatine sepandin herwekî xwe dimînin.”

Wezîrê Derve yê Fransayê herwesa got, “Em tenê wan sizayan radikin ên ku rêyê li gehandina alîkariyên mirovî û avakriina Sûriyeyê digirin.”

Pêştir Wezareta Derve ya Almanyayê jî daxwaz ji Yekîtiya Ewropayê kir ku, sizayên li ser Sûriyeyê bên sivikkirin.

Herwesa Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê jî duhî (Sêşem, 07.01.2025) amaje da, “Ji bo dema şeş mehên bê bi merema hêsankariya gehiştina xizmetkariyên destpêkî, em hin ji sizayên li ser Sûriyeyê sivik dikin.”

Ev di demekê de ye ku, li sala 2011ê ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê û binpêkirina mafên mirovî di serkutkitina neraziyan de, Yekîtiya Ewropayê, Amerîka û Brîtanyayê sizayên giran li ser Sûriyeyê sepandin.