Pizîşkiyan: Îran û Îraqê nîgeraniyeke hevpar li ser ihtîmala serhildana terorê heye

Mesûd Pizîşkiyan
Mesûd Pizîşkiyan

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Komara Îslamî ya Îranê amaje da ku, bi Îraqê re “nîgeraniyeke hevpar” li ser ihtîmala serhildana terorê heye. Herwesa got, “Tehran û Bexdayê li ser pêşhatên Sûriyeyê eynî nerînê heye.”

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî sibeha îro (Çarşem, 08.01.2025) bi serdaneke fermî bi rêya Balafirxaneya Navdewletî ya Mêhr Abadê gehişt Tehranê û ji aliyê Wezîrê Aborê yê Komara Îslamî ya Îranê Ebdilnasir Hîmetî ve pêşwaziya wî hat kirin.

Paştir her li Tehranê, Serokê Komara Îslamî ya Îranê Mesûd Pizîşkiyan li Koçka Seid Abadê pêşwaziya Serokwezîrê Îraqê kir û civîna wan nêzî du seetan berdewam bû. Piştî temambûna wê civînê, wan her duyan konferanseke rojnamevanî jî lidar xist.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di wê konferansa rojnamevanî de amaje da ku, civîna wî ya bi Serokwezîrê Îraqê re “baş” bû û wan behsa çawaniya pêşxistina peywendiyên dualî, pêşhatên Sûriyeyê, rewşa deverê û çend pirsên din kiriye.

Mesûd Pizîşkiyan di derheqa nemana Rijêma Esed û rewşa niha ya Sûriyeyê de jî got, “Li ser pêşhatên Sûriyeyê, me û Îraqê nerîneke hevpar heye. Em pêdivî jî dibînin ku serweriya axa Sûriyeyê bê parastin û qewareya Zayonî jî (Israîl) hêzên xwe ji wî welatî vekêşe.”

Wekî ku Serokê Komara Îslamî ya Îranê amaje da, “Tehran û Bexdayê nîgeraniyeke hevpar li ser ihtîmala serhildana terorê heye û vê yek jî pêdivîyî bi zêdetir hikmet û alîkariyên navbera du welatan heye.”

Pizîşkiyan tekez jî kir ku, Îran dixwaze peywendiyên xwe yên bazirganî bi Îraqê re pêş bixe. Herwesa got, “Îraq di qonaxeke baş a seqamgirî û pêşkeftinê re  derbaz dibe û em hêvîdar in berdewam be.”

 
 
 
Fly Erbil Advertisment