Erdogan 11ê Çile serdana Diyarbekirê dike

Diyarbekir (K24) – Beriya ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan serdana Diyarbekirê bike, di nava Ak Partiyê de jî û di nava rêxistinên zimanê kurdî de jî hêviyek peyda bûye ku derbarê zimanê kurdî de peyamên erênî werin dayîn. Kurdên nav Ak Partiyê de ne dibêjin, ew pêşbînî dikin ku serokomar peyamên erênî bide.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di 11ê rêbendanê de ji  bo ku beşdarî kongreya Ak Partiyê ya bajêr bibe serdana Diyarbekirê dike. Serdana Serokomar Recep Tayyîp Erdogan rastî demek wisa tê ku hem pêvajoyek nû ya çareseriya pirsa kurd dest pê kiriye û hem jî piştî jinûvedestpêkirina pêvajoya cara yekem e ku dê serokomar serdana Diyarbekirê bike. Ji ber vê yekê jî serdana Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a Diyarbekirê girîng tê dîtin. Kurdên nava Ak Partiyê dibêjin ew çaverê ne ku serokomar derbarê çareseriya pirsa kurd de peyamên erênî bide.

Endamê Şandeya Rûsipîyên Ak Partiyê Eyuphan Kaya ji K24ê re got: “Birêz serokomar ji xwe dibêje ev sedsal sedsala kurdan û tirkan e, behsa biratiya kurdan û tirkan tê kirin, eger tirkiye dixwaze bibe dewletek gewre divê van gotinan bi cih bîne, ji ber wê ez bawer im dê serokomar peyamên erê nî bide.          “

Di serdana Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a Diyarbekirê de mijarek tê mereqkirin jî ew e ku gelo dê derbarê zimanê kurdî de jî epyam werin dayîn an ne. Mamosteyên zimanê kurdî dibêjin hêvî û daxwaza wan ew e ku bo zimanê kurdî mizginiyên nû werin dayîn.

Rêveberê DİLKURDê û Mamosteyê Zimanê Kurdî Erdogan Alparslan dibêje: “Em dixwazin li Tirkiyeyê zimanê kurdî bibe xwedî statu û waneya wêje û zimanê kurdî li her deverê tirkiyeyê bibe waneya neçarî. Ji ber vê jî em ji serokomar dixwazin peyamên nu û mizginiyên nu bide.”

Rêxistinên parastina zimanê kurdî dikin dibêjin wan raportek bo zimanê kurdî amade kirine û di serdana serokomar de hem raporta xwe hem jî daxwazên xwe yên derbarê zimanê kurdî de pêşkêşî serokomar bikin.