Ehmed Şera di demek nêzîk de diçe Tirkiyeyê û bi Erdogan re dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Rojnameya “Yenîşafak” a Tirkî ragihand, serokê desthilata nû ya Sûriyeyê Ehmed Şera dê di yekem serdana xwe ya derve de, serdana Tirkiyeyê dike û bi Serokkomarê wî welatî Recep Tayyîp Erdogan re dicive.

Rojnameya “Yenîshafak” îro 8ê Çile ragihand, Ehmed Şera di van rojan de dê serdana Tirkiyeyê bike û bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re bicive.

Ev serdan piştî wê tê, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan roja 22.12.2024an bi serdaneke fermî gehiştibû Şama paytexta Sûriyeyê û bi Ehmed Şera re civiyabû.

Ehemd Şera jî gotibû: “Em di qonaxa bê de di warên aborî û siyasî de hevahengiyê bi Tirkiyeyê re dikin. Jêrxaneya welatê me rûbirûyî arêşeyeke zêde bûye, lewma em piştevaniya Tirkiyeyê di pirsên wekî bankan û çandinê û tevaya warên din de jî giring dibînin, ji bo ku em welêt ava bikin.”