Alî Babacan: Hîn jî em nizanin Erdogan li kudera vê pêvajoyê ye

Diyarbekir (K24) - Serokê Partiya Devayê Alî Babacan amaje kir ku, divê şaredarên ku ji aliyê gel ve hatîn hilbijartin ji aliyê kesên hatîn tayînkirin ve ji peywirê neyên standin, Babacan got, hîn em nizanin Erdogan li kudera pêvajoya nû ye, Babacan derbarê partiya nû de jî got, ji bo ku bi beşdariya Partiya Saadetê, Partiya Siberojê û Partiya Devayê komek were avakirin wan ew partî ava kirine.

Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan li Diyarbekirê tevlî şîna Serokê Partiya Devayê yê Şaxa Diyarbekirê Remzî Kaymaz bû ku bavê wî wefat kiribû. Alî Babacan li ser pirsa rojnamegeran derbarê operasyona ser Şaredariya Akdenîzê de amaje kir ku, divê eger tawanek hebe jî derbarê şaredaran de biryar ji aliyê daraza serbixwe ve were dayîn, eger şaredar tevlî tawanekê bibe jî şuna wî meclîsa şaredariyê kesek din destnîşan bike.

Alî Babacan derbarê pêvajoyê de jî got, eger bo çareseriyê %5 jî îxtîmal hebe, ew piştgirî didin lê niha ew bi geşbîniyek bibaldar nêzîkî mijarê dibin. Babacan amaje kir ku hîn jî ew nizanin Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li kudera vê pêvajoyê ye.

Alî Babacan derbarê avakirina partiyek nû de jî amaje kir ku, wan hemî kar û barê fermî bo partiyek nû encam dane û Partiya nû jî îro bi radestkirina belgeyan hatiye avakirin. Babacan got Partiya nû bi navê Partiya Rêya Nû hatiye avakirin û armanca wê ew e ku di parlementoyê de komek hevbeş a Partiya Siberojê, Partiya Saadetê û Partiya Devayê hebe û dibe ku di pêşerojê partî bi beşdariyên nû jî berfirehtir bibe.