Pentagon ji K24ê re: Em li ser şikandina DAIŞê li Sûriyeyê berdewam dibin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê ragihand, hêzên Amerîkayê dê li rojhilatê Sûriyeyê bimînin û hevkariya HSDê dikin.
Cîgira Berdevka Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê Sabrina Singh duhî 10ê Çile derbarê rewşa Sûriyê û mayîna hêzên Amerîkayê li wî welatî, di konferanseke rojnamevanî de bersiva peyamnêrê K24 Îsa Hesen da.
Sabrina Singh got: “Erkê me yê demdirêj ji bo têkbirina DAIŞê li Sûriyeyê berdewam e. Hêzên me dê li rojhilatê Sûriyê bimînin û hevkarên HSDê ne.”
Herwiha got: “Haya me ji gotegotên şandina hêzên hevbeş ên Amerîka û Fransayê bo Sûriyeyê li ser pêşniyara HSDê nîne.”