Serokwezîrê Libnanê piştî 15 salan serdana Sûriyeyê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî 15 salan, cara yekem e serokwezîrekî Libnanê dê serdana Sûriyeyê bike û bi Ehmed Şera re bicive.
Medyaya Libnanê diyar kirin, Serokwezîrê Libnanê Necîb Mîqatî îro 11ê Çile serdana Sûriyeyê dike û ligel Ehmed Şera dicive.
Ji 15 salan ve, ev yekem seredana serokwezîrekî Libnanê bo Sûriyeyê ye.
Hefteya borî Ehmed Şera bi telefonê Miqatî vexwandibû ku serdana Şamê bike.
Serokê Libnanê Joseph Aoun roja Pêncşemê li ber parlemanê sûnd xwar piştî ku di gera duyem a dengdanê de wek serokomar hatibû hilbijartin.
Serokê nû yê hilbijartî yê Libnanê di gotara xwe ya sûndxwarinê de soza avakirina peywendiyên baş bi Sûriyeyê re dabû.
Aoun banga diyaloga cidî bi Sûriyeyê re li ser bingeha rêzgirtina ji serweriya herdu welatan û parastina sînorên di navbera Sûriye û Lubnanê de kir.
Ji aliyê xwe ve, Şera ji dema rûxandina rêjîma Beşar Esed di Berçile de, hewl dide pêwendiyên xwe ligel cîranên Sûriyeyê bihêz bike.
Şera ragihand, “Ew hewl dide peywendiyên xwe bi hemû cîranên Sûriyê re baştir bike.”