Demîrtaş piştgiriya xwe ya tam ji bo hewlên Ocalan ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamên Şanda Îmralî, li Zîndana Edîrneyê serdana Selahedîn Demîrtaş û Selçûk Mizraklî kirin. Piştî hevdîtinê endamên şandê dan zanîn, armanca wan dawîkirina şerê çil salan û pêkanîna aştiyê ye. Hevdem Selahedîn Demîrtaş li ser hejmara xwe ya Eks ragihand, piştevaniya wî ya temam ji bo proseyê heye.

Endamên Şanda Îmraliyê yên Dem Partiyê ku ji Sirrî Sureya Onder, Ehmed Turk û Pervîn Buldan pêk tê, duhî 11ê Çile li Zîndana Edîrneyê Serdana Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş kirin. Piştî serdanê endamên şandê dan xuyakirin, piştevaniya Demîrtaş ji bo pêvajoya nû ya aştiyê temam e. 

Cîgirê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Sirri Sureya Onder ragihand: “Me serdana Hevserokê Xwe yê birêz Selahedîn Demîrtaş û hevalê xwe Dr. Selçûk Mizraklî kir. Piştevaniya wan ya temam bo proseyê heye. Ev proseya dawîkirina şerê çil salan e. Em dixwazin bi dualiyan çareser bikin, eger na dê 72 alî destêwerdanê bikin. Hewlên me ji bo pêkanîna aştî ye. Çareserî proseyeke demdirêj ya demokratîk e.”

Şaredarê dûrxistî yê Mêrdînê Ahmet Turk ku pişt re bûye endamê şanda Îmralî balê dikşîne li ser biratiya hezar salan ya Kurd û Tirkan û çareserkirina kêşe û astengiyan.

Ahmet Turk got: “Biratiya hezar salan û dîrokeke kevnar ya Kurd û Tirk heye. Sedsala dawî ev yek têk çûye. Em dixwazin careke din ev du gel li hev werin û dostaniya hezar salan careke din pêkwere. Hewlên me ji bo aştiyê ne. Em bawerin biratiya Kurdan û Tirkan bo rojhilata navîn dê demokrasiyê bîne.”

Pervîn Buldan jî got:

“Piştî serdanê Em bi moraleke baş li pêş we ne. Nirxandinên birêz Demîrtaş û Mizraklî derbarê pêvajoyê eşkere ne. Di her şert û mercek de ewê piştevaniya pêvajoyê bikin. Bi piştevaniya hemû aliyan tu gumana me nîne ev prose bigihe aştiyê.”

Hevdem Selahettîn Demîrtaş, di hejmara xweya “X” de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got, piştevaniya wî ya temam bo proseya bi pêşengiya Abdullah Ocalan heye. Demîrtaş proseyê wek “Pêvajoya Demokrasî, Aştî û Biratî” binav dike û spasiya Serokkomar, Serokê MHPê û Serokê CHPê dike ku piştgirî didin proseyê. 

 
Fly Erbil Advertisment