“Divê mûçeya xanenişînek herî kêm hezar dolar be”
Stenbol (K24) – Sendîkayên karker û xanenişînan bi hinceta ku rêjeya helawsanê kêm radigihîne rexne li Saziya Amarên Tirkiyeyê TÛÎKê digrin. Li gor wan TÛÎK dibe sedem ku mûçeyên wan di bin rêjeya helawsanê de were zêdekirin. Li gor berpirsekî senfîkaya xanenişînan divê mûçeya xanenîşekî li Tirkiyeyê ne 400 dolar, hezar dolar be.
Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger DÎSKÊ, karnameya xwe ya bo sala 2025ê bi civîneka rojnamevanî eşkere kir û Seroka Giştî ya wê sendîkayê Arzu Çerkezoglu ragihand ku, mûçeyên karker, fermanber û xanenişînan di bin rêjeya helawsanê de hatiye zêdekirin û ew mehkûmê birçitî û hejariyê hatine kirin.
Yek ji berpirsên DÎSKê jî diyar kir ku, sala 2024ê sala bihabûnê û neheqiyê bû û ew dê îsal li hemû qadên jiyanê têkoşîna xwe bilind bikin û rê nedin heqê kedkar û karkeran were xwarin.
Nûnerê Herêmî yê Stenbolê yê DÎSKê Asalettîn Arslanoglu ji K24ê re got: “Wekî heta niha dê sala bê jî li hemû qadên jiyanê mafên kedkar û karkeran biparêzin. Divê em vê pergalê biguherînin. Ji ber ku ev pergal hejaran hejartir, dewlemandan dewlemendtir dike. Ev pergal heqê jiyanê ji kedkar û karkeran distîne û dide dewlemendan. Em dê ji bo gûherîna vê pergalê ji kargehan heta kolanan li her derî têkoşîn bikin.”
Di civînê de sendîkaya xanenişînan jî amade bûn. Lewra bi zêdekirina herî dawî bi rêjeya jı sedî 15 jî mûçeyên wan 13 hezar lîre di bin asta birçîbûnê de mabû. Li gor wan diviyabû mûçeya herî kêm a xanenişînekî ne 400 dolar, hezar dolar bûya.
Serokê Şaxa Kaxitxaneyê yê Sendîkaya Xanenişînan Ersîn Yilmaz dibêje: “Em razî ne ku mûçeya me li gor amarên TÛÎKê jî were zêdekirin lê mixabin li gor wan amarên nerast jî zêde nekirin. Bacên ku ji me werdigrin ji sedî 44 zêde dikin lê mûçeya me ji sedî 15 zêde dikin. Ev e zordestî û kedxwarin e. Diviyabû mûçeya me herî kêm ji sedî 40 bihata zêdekirin. Me çi hêvî ji hikûmetê nemaye. Em ditirsin sibe dest deynin ser mûçeya me jî.”
Serokê Şaxa Esenlerê yê Sendîkaya Xanenişînan Abdullah Yildirim got: “Sala 2024ê wekî sala xanenişînan ragihandin lê wê salê canê xanenişînan ji wan standin. Mûçeyên me li gor amarên kirêt ên TÛÎKê hatin zêdekirin. Em baweriya wan amaran naynin. Li gor amarên saziya ENAGê helawsan ji sedî 83 lê li gor TÛÎKê ji sedî 44 e. Îro mûçeya xanenişînan nake nîvê asta birçîbûnê jî. Îro xanenişîn ji nebûn û birçîbûnê re tenê hatin hiştin.”
Dê 13ê mehê jî gelek senfîkayên fermanberan bo rojekê neçine ser karî. Wisa diyar e dijwarbûna qeyrana aborî, dê dengê senfîkayan jî bilind bibe. Lê heta ku ev nerazîbûn nebe nerazîbûneka civakî zehmet e ku encamek bi xwe re bîne. Lê Serokê CHPyê Ozgur Ozelî eşkere kiribû ku, ji bo zêdekirina mûçeya mûçexoran dê derkevin meydan û kolanan.