Bakirhan ji hikûmeta Tirkiyeyê re: Bihêlin gelên Sûriyeyê bi xwe biryara pêşeroja xwe bidin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku divê gelên Sûriyeyê bi xwe pêşeroja xwe diyar bikin û wiha got: “Dev ji dijminatiya li Kurdan berdin.”
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê ya li Enqereyê 7’emîn Kongreya Asayî li dar xist. Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di kongreyê de axivî û got ku cîhan di nava guherîneke girîng de ye û êşa veguherînê dijî.
Bakirhan li ser rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê axivî û got: “Tirkiye hewl dide pêşî li statûya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigire. Her roj êriş dike. Bila bes sivîlan qetil bike. Bi vî awayî demokrasî nayê Sûriyeyê.”
Herwiha got jî: “Heke rejîmeke nû were avakirin ma bêyî Kurdan, Elewiyan, Xiristiyanan, Êzidiyan, Çerkesan, Erebên sekûler dibe? Heke wiha bibe em ê çawa jê re bibêjin rejîma nû? Ez bangî desthilata Tirkiyeyê dikim; bihêlin bila gelên Sûriyeyê bixwe biryara pêşeroja xwe bidin. Çi karê we li wir e?”
Da zanîn jî: “Gelê Kurd bi sedsalan e li xaka Sûriyeyê dijî. Efrîn, bajarekî dîrokî yê Kurdan e, Kobanê bajarê berxwedanê ye. Li Qamişloyê Ereb, Kurd û gelên din bi hev re dijîn. Lê tevî aloziyan jî şerê hev nakin û bi xwişk-biratî dijîn.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê got jî: “Kurd ne dijminên we ye. Dev ji vê dijminatiyê berdin. Kurd ne pirsgirêka ewlehiyê ne. Roja wê hatiye ku hûn ji vê xeletiya xwe vegerin.”
Herwiha got: “Heke pirsgirêkeke we hebe hûn çima hewl didin bi top, tifing, SÎHA û ÎHA’yan çareser bikin? Hûn çima bi rêya diyalog, hevdîtin, axaftin û muzakereyan çareser nakin? Herin hevdîtin bikin, biaxivin.