Elî Bapîr naveroka nameya xwe ya bo Ehmed Şera parve dike

Elî Bapîr bo Ehmed Şera: Em daxwaz dikin gelê Kurd li bin serkirdetiya we xweşiyê ji bûn û mafên xwe bibîne

Elî Bapîr û Ehmed Şera
Elî Bapîr û Ehmed Şera

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Komela Dadgerî ya Kurdistanê parve kiriye ku, piştî nemana Rijêma Esed nameyek ji Fermandarê Giştî yê Îdareya Nû ya Sûriyeyê Ehmed Şera re şandiye û tê de dilxweşiya xwe ji bo nemana desthilata Esed diyar kiriye.

Serokê Komela Dadgerî ya Kurdistanê Elî Bapîr naveroka wê nameya ji bo Ehmed Şera şandiye bi her du zimanên Kurdî û Erebî parve kiriye û nivîsiye, “Ez dilxweş im ku vê nameyê ji we re dişînim.”

Elî Bapîr her di wê nameya xwe de gotiye, “Piştî pîrozkirina serkeftina we li ser rijêma diktatorî ya pûçbûyî de, hêviya me ew e ku ew karwanê bibereket berdewam be, ji bo temamkirina bidestxistina daxwaziyên gelên Sûriyeyê û gerentîkirina mafên hemî welatiyan bi Ereb û Kurd û hemî xelkê wî welatî ve.”

Serokê Komela Dadgerî ya Kurdistanê herwesa nivîsiye, “Em daxwaz dikin ku gelê me yê Kurd di çarçoveya desthilatdariya bê de li bin serkirdetiya we ya jîrane xweşiyê ji bûn û mafên xwe bibîne.”

Hêzên opozisyona Sûriyeyê li serê sibeha roja Yekşemê, 08.12.2024, çûn nav bajarê Şamê, Rijêma Sûriyeyê ya bi serokatiya Beşar Esed herifand û desthilata bi dehan salan a wê binemalê bidawî anî.

Ji hingê ve penaberên Sûriyeyî ji welatên cuda cuda vedigerin welatê xwe, herwesa kesatî û desteyên diplomasî yên cîhanê berê xwe didin Sûriyeyê û welat jî dîsa balyozxaneyên xwe li wê derê vedikin û geştên xwe yên asmanî jî bi Sûriyeyê re asayî dikin.

Ji aliyekî din ve jî, dewlet û aliyên cîhanî gengeşe û danûstandinan li ser paşeroja Sûriyeyê dikin û bi awayekî berdewam şand ji welatên cuda cuda serdana Sûriyeyê dikin û şandên Sûriyeyê jî serdana welatan dikin. Herwesa civîn û danûstandin li welatên din jî li ser rewş û paşeroja Sûriyeyê tên kirin.