AK Partî danûstandinan li ser piroseya nû ya aştiyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - AK Partî bi serokatiya Recep Tayyip Erdogan dicive û danûstandinan li ser piroseya nû ya aştiyê li Tirkiyeyê û rewşa niha ya Sûriyeyê dike.
Civata Serkirdetiya Partiya Dad û Pêşxistinê (AK Partî) îro (Duşem, 13.01.2025) bi serokatiya serokê wê partiyê Recep Tayyip Erdogan dicive.
Medyayên Tirkiyeyê parve kiriye, “Mijara serekî ya wê civînê dê gengeşekirina pêngavên hikûmetê ji bo piroseya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê be.”
Tê çaverêkirin ku her di wê civînê de danûstandin li ser peywendiyên wê partiyê bi Hikûmeta Sûriyeyê ya demkî re û vegeriyana penaberên Sûriyeyî ji bo welatê wan bên kirin.
Ev dibe civîna yekê ya Civata Serkirdetiya AK Partiyê li ser piroseya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.
Ev di demekê de ye ku rojeva serekî ya niha ya Tirkiyeyê pirsa Kurdan û destpêkirina qonaxeke nû ya aştiyê ye. Ji bo vê meremê jî, di dema çend rojên borî de şandeke Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî), piştî hevdîtina xwe ya bi Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalan re, cuda bi aliyên siyasî yên Tirkiyeyê re civiya.
Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) duhî (Yekşem, 12.01.2025) di gotarekê de di kongireya Partiya Herêmên Demokrat (BDP) de ragehand, “Derfeteke bi vî awayî berfireh û guncayî, ku hemî aliyên siyasî tevlî wê bûne, ji bo piroseya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê peyda dibe. Nabe çi aliyek vê derfetê jehr bike, belkî divê piştevaniya wê bike.”