Netanyahu û berpirsên bilind ên Israîlê bi lez dicivin

Benjamin Netanyahu
Benjamin Netanyahu

Navenda Nûçeyan (K24) - Kanaleke Israîlî amajeyê dide, “Serokwezîrê Israîlê îşev civîneke şêwirmendiyê ya bilez, ji bo gengeşekirina pirsa agirbesta Xezzeyê, bi berpirsên ewlehiyê yên Israîlê re dike.”

Kanala Israîl12ê îro (Sêşem, 14.01.2025) parve kiriye, “Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu îşev, ji bo gengeşekirin û helsengandina lihevkirina agirbesta Xezzeyê bi Tevgera Hemasê ya Filistînê re, bi berpirsên bilind ên ewlehiya welatê xwe re civîneke bilez a şêwirmendiyê dike.”

Herwesa Benjamin Netanyahu jî di çarçoveya çavpêkeftina xwe ya bi kesûkarên revandiyan re tekez kir, ew lihevkirin di dema çend seet an jî çend rojên kêm de tê kirin û tevaya revandiyan jî vedigire.

Berpirsên bilind ên Hemasê jî ji aliyê xwe ve ragehandiye, heta niha bersiva pêşniyara agirbesta wan nedaye, ji ber ku Israîlê ew nexşe nedaye destê navbeynkaran ku ron dike xwe ji deverên Xezzeyê vedikêşe.