Serokwezîrê Qeterê: Hewlên me yên ji bo agirbesta Xezzeyê biser ketin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Qeterê dibêje, hewlên Qeter û hevkarên din ji bo gihiştina agirbestê li Xezzayê biser ketine. Herwiha got, ewê bi Îsraîl û Hamasê re bi berdewamî di pêwendiyê de bin.
Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê Mihemed Bin Ebdulrehman El Sanî îro 15ê Çile di konferanseke rojnamevanî de, agirbesta di navbera Îsraîl û Hamasê de ragihand.
Al Sanî herwiha got, hewlên Qeterê û hevkarên din, Misir û Amerîkayê ji bo gihîştina agirbestê li Xezzayê biser ketine.
Da zanîn jî, agirbest dê roja Yekşemê bikeve warê cibicîkirinê. Aşkere kir jî, di qonaxa yekem a agirbestê de, dê 33 dîlên Îsraîlî bêne azadkirin.
Al Sanî got jî, ew ê li ser cîbicîkirina rêkeftina agirbestê, bi Îsraîl û Tevgera Hemasê re berdewam bin.