Israîl: Em ji bo bicihanîna lihevkirina agirbestê li Xezzeyê amade ne

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Bergiriyê yê Israîlê radigehîne, “Em ji bo bicihanîna lihevkirina agirbestê li Xezzeyê û azadkirina girtiyan amadekariyên meydanî dikin.”

Wezareta Bergiriyê ya Israîlê îro (Pêncşem, 16.01.2025) di ragehandinekê de eşkere kir, “Wezîrê Bergiriyê yê Israîlê Israel Katz bi berpirsên wezaret û artêşê re civiya, ji bo destpêkirina amadekariyên meydanî ji bo bicihanîna lihevkirina agirbestê û azadkirina girtiyan.”

Di wê ragehandinê de hatiye, “Birêveberiya endazyarî û piştevaniya lojistî ya artêşa Israîlê karan bileztir dikin, ji bo ku şert û mercên guncayî ji bo bicihanîna wê lihevkirinê bên peydakirin.”

Ji aliyekî din ve jî rojnameya Hartzê ji zarê çavkaniyeke Israîlê îro parve kir, “Civata Wezîrên Ewlehiyê yên Israîlê sibe (În, 17.01.2025) ji bo pejirandina lihevkirina Xezzeyê dicive.”

Piştî 15 mehan ji şerê navbera Israîl û Hemasê, lihevkirina ragehandina agirbestê li Xezzeyê bi navbeynkariya Amerîka, Qeter û Misirê duhî (Çarşem, 15.01.2025) hat ragehandin.