Agirbesta li Xezzeyê îro dikeve warê cibicîkirinê

Navenda Nûçeyan (K24) – Di roja 471emîn a şerê li ser Xezzeyê de, îro serê dibê Yekşemê rêkeftina agirbest û pevguhertina girtiyan dikeve warê cibicîkirinê.
Rêkeftina agirbesta li Xezzeyê û pevguhertina girtiyan bi berî sê rojan bi navbênkariya Qeter, Misir û Amerîkayê, di navbera Îsraîl û Tevgera Hemasê hatibû ragihandin, Wezareta Derve ya Qeterê jî ragihand, agirbest îro 19ê Çile demjimêr 08:30 dest pê bike.
Tê çaverêkirin ku Hamas û Îsraîl lîsteyên girtiyên ku dê bi destpêkirina agirbestê re bên berdan, bi hev biguherînin.
Di rêkeftinê de, di qonaxa yekem de ku şeş hefteyan berdewam dike, dê 33 dîlan ku li Xezzeyê girtî ne, serbest bên berdan.
Li hemberê jî, li gorî daxuyaniya Wezareta Dadê ya Îsraîlê, Îsraîl dê 737 girtiyên Filistînî berde.
Ji aliyê xwe ve, Misir ku rola navbênkariyê di agirbestê di navbera Îsraîl û Hemasê de dilîze, ragihand ku Îsraîl dê zêdetirî 1890 filistîniyên girtî jî berde.