Birêveberê Giştî yê Davosê: Cîhan di metirsiyê de ye

Navenda Nûçeyan (K24) - Rapirsiyên Korbenda Aborî ya Cîhanî (Davos) eşkere kiriye ku, girjî û aloziyên çekdarî li sala 2025ê mezintirîn gef in, ew jî di demekê de ku serokwezîrên welatan û kompaniyên mezin ên cîhanê pişkdariyê tê de dikin.
Nerîna 900 şarezayan li navendên akademî û kompaniyan û çêkerên biryaran û siyasetê li ser hevrikî û girjiyên di şeran û terorê de hatiye wergirtin, amajeyê didin ku ew qebxwazî li ser pêşxistina aborî li cîhanê bûne mezintirîn metirsî.
Diyardeyên guhertinên xirab ên keşûhewayê yên îsal dê li astê duyê yê Korbenda Davosê bin, tevî ku li sala 2024ê di astê yekê de bû.
Birêveberê Giştî yê Korbenda Aborî ya Cîhanî Mirik Dosik di beyannameyekê de ragehand, “Em di cîhanekê de dijîn ku niha rûbirûyî metirsiyên mezin dibe.” Herwesa got, “Çi metirsî ji wê mezintir nîne.”
Mirik Dosik herwesa got, “Li ser serkirdeyên cîhanê pêdivî ye ku bijardeyekê li ser wê yekê bikin ku, an divê zêdetir alîkar bin an jî ew bi xwe rûbirûyî wê metirsî û nebûna seqamgiriyê bibin.”
Korbenda Davosê sibe (Duşem, 20.01.2025) li Swîsrayê dest bi karên xwe dike û Serokê nûhilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump, ku di eynî rojê de postê Serokatiya Amerîkayê werdigire, bi rêya internetê tevlî wê korbendê dibe.