Bi tevlîbûna Mesrûr Barzanî Korbenda Aborî ya Cîhanê bi rê ve diçe

Navenda Nûçeyan (K24) - Gera 55ê ya Korbenda Aborî ya Cîhanê li Davosê bi tevlîbûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dest bi çalakiyên xwe dike.
Gera 55ê ya Korbenda Aborî ya Cîhanê îro (Duşem, 20.01.2025) li bajarkê Davosê yê Swîsrayê, bi tevlîbûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî û serok û serokwezîrên welatan û du hezar û 500 kesatiyan ji berpirs û şandên welatan, bi rê ve diçe.
Ev sala çarê ye ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hev tevlî Korbenda Aborî ya Cîhanê dibe.
Korbenda Aborî ya Cîhanê îsal li jêr drûşmê “Hevahengî li serdema jîriyê” bi rê ve diçe, û biryar e seet 06:30 bi dema Davosê (08:30 bi dema Hewlêrê) merasîmên vekirina wê lûtkeyê bên destpêkirin. Li dû karnameya belavkirî ya wê korbendê, di roja yekê de sê çalakvanên warê çand û mafên mirovan tên xelatkirin.
Ew lûtke pênc rojan vedikêşe û ji îro (Duşem, 20.01.2025) heta roja Înê (24.01.2025) vedikêşe, herwesa zêdetirî 200 medya û kanalên cîhanî kor û panelên gera 55ê ya Korbenda Davosê romal dikin.
Par di gera 54ê ya Korbenda Aborî ya Cîhanê de, ji bo cara yekê mil bi milê welatên din ên tevlîbûyî ve li wê korbendê Mala Kurdî hat vekirin.
Mala Kurdî li Davosê bi rex malên welatên Siûdiye, Îmarat, Yewnan, Belcîka, Hindistan, Ukrayna, Polanda û welatên din ve hat vekirin û di dema heftiya wê korbendê de pêşwaziya mêvan û tevlîbûyîyên wê korbendê kir.
Merema vekirina Mala Kurdî ji bo balkêşana welatan û kompaniyên mezin ên cîhanê bû, ji bo ku bên Herêma Kurdistanê û di kertên cuda cuda de weberhênanê bikin.