Serokwezîr Mesrûr Barzanî gehişt Swîsrayê

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê gehişt Swîsrayê û biryar e tevlî Korbenda Aborî ya Cîhanê ya Davosê bibe, ku îsal bi drûşmê “Hevahengî li serdema jîriyê” di rojên 20-24.01.2025ê de bi rê ve diçe.

Di çarçoveya tevlîbûna xwe ya di wê korbendê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî çend hevdîtinan bi hejmareke serok û serokwezîr û berpirsên bilind ên welatên cîhanê re dike û pê re danûstandinan li ser berdewamkirina alîkariyan bi Herêma Kurdistanê re dike, xasma jî di warên aborî û bazirganî û weberhênanê de.

Herwesa îsal Mala Kurdistanê (Kurdistan House) jî li Davosê, ku par li ser raspardeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat vekirin, dê çend çalakiyan bi tevlîbûna hejmareke weberhêner û sermayedar û xwedîkarên Kurdistanê rêk bixe, bi armanca nasandina Herêma Kurdistanê û pêşxistina weberhênanê û lihevguhertina bazirganî.

Tevlîbûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Korbenda Aborî ya Cîhanê ya Davosê de di çarçoveya bizavên wî yên berdewam de ye, ji bo bihêzkirina pêgeha Herêma Kurdistanê li ser astê navdewletî û diplomasî û pêşxistina piroseya weberhênanê û pêşxistina aborî li Herêma Kurdistanê ye.