Şandeya DEM Partiyê ya bo Îmraliyê sibe daxuyaniyê dide

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeya DEM Partiyê li Girtîgeha Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Hevdîtinê 4 demjimêran dom kir. 

Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) îro 22ê Çile li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. 

DEM Partiyê ragihand, di şandeya wan de Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan cih girtine. 

Hat zanîn ku hevdîtina di navbera Şandeya DEM Partiyê û Abdullah Ocalan de 4 demjimêran dirêj kir.

Hat zanîn, şandeya DEM Partiyê ya ji bo Îmraliyê, dê sibê daxuyaniyeke nivîskî li ser hevdîtina bi Ocalan re bide.