Mesrûr Barzanî li Davosê bi serokwezîr, wezîr, berpirs, weberhêner û xwediyên kompaniyên cîhanî re dicive

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di roja sêyê ya Korbenda Aborî ya Cîhanê ya Davosê de zêdetirî 15 civînan bi serokwezîr, wezîr, berpirs, weberhêner û xwediyên kompaniyên cîhanî re kirin. Ecêndaya civînên wî ji çêkirin û bihêztirkirina pirên peywendiyan, rewşa deverê û Rojhilata Navîn bi awayekî giştî, çarekirina arêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê, ewlehî û aborî pêk dihatin.

Korbenda Aborî ya Cîhanê ya Davosê berdewam e, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo çêkirin û pêşxistina pirên peywendiyan ji bo Kurdistanê li ser bizav û civînên xwe berdewam e.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî duhî (Çarşem, 22.01.2025), ku roja sêyê ya Korbenda Davosê bû, bi Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî António Guterres re civiya û tekez li ser rêzgirtina li mafên destûrî û darayî yên Herêma Kurdistanê kir.

Di derheqa rewşa deverê de jî, her du alî li ser giringiya agirbesta Xezeyê û parastina aştî û tenahiyê li Sûriyeyê hevnerîn bûn.

Herwesa Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Holandayê Dick Schoof di civîna xwe de li ser pêdivîtiya parastina aştî û seqamgiriyê li Rojhilata Navîn bi awayekî giştî hevnerîn bûn. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez jî kir, em piştevaniya bizavên navdewletî dikin, ji bo pêkanîna hikûmeteke tevgir û bi tevlîbûna hemî pêkhateyan li Sûriyeyê.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di civîna xwe ya li gel Şazadeyê Urdinê Hisên Bin Ebdila de tekez li ser parastina aştî û seqamgiriyê û mafên tevaya pêkhateyên Sûriyeyê kir. Serokwezîr Mesrûr Barzanî di civîna xwe ya li gel Alîkarê Serokkomarê Îranê ji bo Karûbarên Stratejîk Mihemed Cewad Zerîf de jî eşkere kir ku, danûstandin li ser pêşxistina peywendiyên navbera Hewlêr û Tehranê kirine, herwesa mafên destûrî û darayî yên Herêma Kurdistanê jî gengeşe kirine.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî her li Davosê bi Wezîrê Bazirganiyê yê Siûdiyeyê Macid Qesebî re jî civiya, û her du aliyan tekez li ser pêdivîtiya bihêzkirina peywendiyên aborî û bazirganî kir.

 
Fly Erbil Advertisment