‘Heta aştî li Rojavayê Kurdistanê dabîn nebe, dê aştiya li Tirkiyeyê jî kêm be’

Enqere (K24) – Li Tirkiye geşedanên li ser proseya ku bi banga serokê MHPê Dewlet Bahçelî destpê kiriye, hêj didomin. Herî dawî şandeya Îmralî ya DEM Partî hevdîtina duyem ligel Abdullah Ocalan pêk anî. Ligel ku hewlên bo dabînkirina aştiyê berdewam in rêvêberên Kurd jî amaje dikin, ji bo aştiyeke mayînde û birûmet pêwîstî pêşî bi yekîtiya Kurdan heye û ligel wê bêyî aştiyeke li Rojavayê Kurdistanê dê dabînkirina aştiyeke li Tirkiye jî kêm be.

Piştî banga Serokê MHPê Dewlet Bahçelî ya ji bo azadkirina rêberê PKKê Abdullah Ocalan, hevdîtina duyem jî ji aliyê şandeya Îmralî ya DEM Partiyê ve bi Ocalan re hate kirin û piştî hevdîtina biqasî 4 saaten berdewam kir, daxuyaniyeke kin hate dayîn ku xebatên Ocalan ên li ser pêvajoyê dewam dikin. Niha jî tê meraqkirin gelo li Tirkiye û li Rojhilata Navîn ji bo serfiraziya proseyê û aştiyeke mayînde hewcedarî bi çi heye? Hewceye desthilatdar û Kurd çawa tevbigerin?

Hevberdevka Nûnertiya Anatolyaya Navîn ya DBPê Bedriye Irmak ji K24ê re got: “Birêz Ocalan dema destpê kir jî, dizanî bû li Tirkiye li aliyekî qeyûman diavêjin li aliyekî dikuje li aliyekî digre, li aliyê din dibêje ezê bi Kurmancê nav xwe de aştiyê bikim, lê Kurmancên derveyî xwe yên Rojava jî bixeniqînim. Pêwîstiya me heye, ev 40 sal lê sedsal berê yekîtiya Kurdan çênekir, me bihevre hereket nekir lê niha yekîtiya Kurdan, yekîtiya gelan lê di serî de jî yekîtiya Kurdan pêwîst e.  Wexta Rojava biser ket jî li herêma Iraqê jî federe Kurdistana me heye miheqqeq dê bandorê li ser Kurdên nav Tirkan jî bike. Wê ji me re moralek, coşek pir pir mezin be.”

Rêveberê şaxa Enqerê yê Kongreya Demokratîk a Gelan Yilmaz Yildirimcî jî dide zanîn li Sûriyeyê li herêma Qereqozex û Bendava Tişrînê her roj welatiyên Kurd di êrîşên Tirkiye û komên nêzî wê de jiyana xwe ji dest didin ku bi vî rengî aştiyeke li Tirkiye pêk were jî dê kêm be.

Yilmaz Yildirimci dibêje: “Heta çek li wê derê nerawestin, neyên sekinandin û heta aştiyek li rojava neye çêkirin, li vê derê jî ew aştiya ku bê çêkirin dê kêm bimîne. Nabe. Aştiya bê Rojava bê Sûriyeyê tenê li Tirkiyeyê, li bakûrê Kurdistanê nayê avakirin. Ji ber wê yekê hem aştiya li Rojhilata Navîn, pêşî li Sûriyeyê û Rojava hem jî aştiya vê derê ya Tirkiyeyê hewceye bihevre bê meşandin û aştiyek bi rûmetî bê çêkirin.”

Herwiha tê çaverekirin hevdîtina sêyemîn ya ligel rêberê PKKê Abdullah Ocalan meha Sibatê pêk were û egera banga çekdanîna PKKê jî mijara sereke ya vê proseya bênav e. Tevî ku hêj tiştejk ne diyar e aliyê desthilatê jî di wê hêvîyê de ye ku dê Ocalan di hevdîtina sêyemîn de banga çekdanîne li PKKê bike.