Dîdara Hejar Mokriyanî li Hewlêrê tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wek rêzgirtin li kar, rol, xebat û berhemdariya Hejar Mukriyanî, Yekemîn Dîdara Salane ya bi navê “Dîdara Hejar” li Hewlêrê tê lidarxistin
Yekemîn Dîdara Hejar, bi beşdariya nivîskar û rewşenbîrên ji çar parçeyên Kurdistanê, roja 22ê Şibata 2025an li bajarê Hewlêrê tê lidarxistin.
Yek ji organîzatorên dîdarê dibêje, ev dîdar bi giranî li ser ziman, wêje û çanda Kurdî tê lidarxistin û dê salane berdewam bike.
Beşa Çand û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand: “Dîdara Hejar Mukriyanî, ji niha û pê ve bi awayekî salane, ji bo rêzgirtina rola, hewldan, xebat, raman û berhemên zana, nivîskar, helbestvan û wergêrê navdar ê Kurd (Hejar Mukriyanî), dê bê lidarxistin.”
Ev dîdar dê di salvegera koçakirina Hejar Mukriyanî de, ku heman dema Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê ye, di 22ê Sibata 2025an de li Hewlêrê bê lidarxistin.
Yek ji organîzatorên vê dîdarê derbarê çawaniya lidarxistina hevdîtinê de got: “Beşdarên Dîdara Hejar dê di asta çar parçeyên Kurdistanê û welatên derve de amade bin. Herwiha, dê îsal di dîdarê de sê panel bên pêşkêşkirin, ku ev in: “Hejar û ziman”, “Ziman û çand” û “Ziman û Zîrekiya Destkir”.
Di yekemîn "Dîdar Hejar Mukriyanî” de, dê xelatek pêşkêşî yek ji xizmetkarên çand û wêjeya Kurdî bê kirin.
Hejar Mukriyanî di heft saliya xwe de di odeyên mizgeftên Mihabad û Seqizê dest bi xwendina xwe kir. Li wir fêrî zimanên Erebî û Farisî bû.
Hejar Mukriyanî di avakirina Komara Kurdistanê de beşdar bûbû; di dema komarê de di warê çand û rojnamegeriyê de roleke girîng lîst.
Yek ji taybetmendiyên girîng ên Hejar ew bû ku karîbû di nivîsên xwe de zimanekî hêsan û rewan bikar bîne.
Hejar ji bilî dîwana helbestan, ferhenga Kurdî-Kurdî, Kurdî-Farîsî “Henbane Borîne”, wergerên ji Dr. Elî Şerîetî bo zimanê Kurdî, şirovekirina dîwanên helbestvanên Kurd, bîranîn “Çêşt Mujêwir”, herwiha pirtûka "Qanûn di Bijîşkî de" ya Ebû Elî Sîna ji zimanê Erebî yê kevn bo Farisî ya îroyîn wergerîne.