Netanyahu serdana Waşintonê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Çavkaniyên Israîlî û Amerîkayî ji Malpera Walayê ya Israîlî re ragehandiye ku, Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu niyet heye li rojên 03-05.02.2025ê yanî di heftiya bê de serdana Waşintonê bike.
Di wê raportê de amaje bi wê yekê hatiye dan ku, Berpirsên Bilind ên Israîlê ragehandiye ku “ev geşta ku bername jê hatiye danan girêdayî rewşa sexlemiya Netanyahu ye.”
Li dû zanyaran, Benjamin Netanyahu bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re dicive û tewerê serekî yê danûstandinan jî di çarçoveya wê hevdîtinê de jî dê Libnan û Xezze bin.
Serdana dawiyê ya Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu ji bo Waşintonê li Tîrmeha 2024ê bû, ku di wê demê de bi Serokê Amerîkayê yê bertir Joe Biden re civiya, herwesa li roja 24ê Tîrmehê gotarek li Kongirêsê pêşkêş kir.