Fuad Husên: Şandên Hewlêr û Bexdayê li ser pirsa mûçeyan dicivin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Iraqê ragihand, şanda hevbeş a Wezareta Darayî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê dê di rojên bê de, li ser mijara mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê duyemîn civîna xwe pêk bînin.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên îro 27ê Çile di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ew ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîya Sûdanî ji bo destpêkirina hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistanê re axivîne, ji bo ji aliyê parlamentoyê ve were pejirandin.

Fuad Husên ragihand, şanda hevbeş a Wezareta Darayî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê roja Îniya bê civîna xwe ya duyem pêk bînin û li ser mijara mûçeyên karmandên Herêma Kurdistanê gotûbêjan bikin.

Wezîrê Derve yê Iraqê amaje bi wê yekê jî kir, ew ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li ser destpêkirina hinardekirina petrolê li Herêma Kurdistanê gotûbêj kirine.