Trump daxwaza xwe ya veguhestina xelkê Xezzayê bo Misir an Urdinê dubare dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump dîsa daxwaza xwe ya ji bo veguheztina Filistîniyên Xezzeyê ji bo cîhek ewletir, wekî Misir an Urdunê, dubare dike. Herwiha got, ewê di demek nêzîk de li Washingtonê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re bicive.

Trump roja Şemiyê bîrokeya “paqijkirina Xezzeyê” pêşkêş kir, ku ji ber şerê zêdetirî 15 mehan di navbera Îsraîl û Hemasê de, Kerta Xezzeyê wêran bûye.

Trump êvara Duşemê jî ji rojnamevanan re got: “Ji ber vê yekê em dixwazin wan (Filistîniyên Xezzeyê) biguhezînin, da ku ew karibin di aştiyê de, dûrî şoreş û tundiyê bijîn.”

Serokê Amerîkayê da zanîn jî, ji bo vê yekê ew ê di demeke nêz de li Washingtonê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re bicive.

Trump di rojên dawî de bi Şahê Urdinê Şah Abdullah Duyem û Serokê Misirê Abdulfetah El-Sîsî re guftûgo kiribû. 

Trump derbarê Sîsî de got: “Ez hêvî dikim ku hinekan ji wan werbigire.” Dewam kir: “Me gelek alîkariya wan kir û ez bawer im ew ê jî alîkariya me bike.” Trump got jî: “Ez bawer dikim ku şahê Urdinê jî wê bike.” 

Ji ber şerê di navbera Hamas û Îsraîlê de di 7ê cotmeha 2013an de derketiye û vir ve, nêzî 2,4 milyon kes li Kerta Xezzeyê koçber bûne.

Berî niha Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen Sefedî pêşniyara Trump a valakirina Xezzeyê red kiribû û gotibû: “Helwesta wan derbarê redkirina koçberên Xezzayê de nehatiye guhertin.”

Wezareta Derve ya Misrê jî di daxuyaniyekê de gotibû: “Em hemû binpêkirina mafên Filistîniyan red dikin.”